Êrîşa mûşekî ya Yemenê ser balafirgeha Bên Goryonê
Adar 23, 2025 17:55 Asia/Tehran
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê di daxûyaniyekê de ragihand: Me balafirgeha Bên Goryonê bi mûşeka balistîk ya hîpersonîk a Filistîn 2`ê kir hedef.
Yehya Serî tekez kir: Operasyona hêzên dagîrker li Yafaya dagirkirî bi awayekî serkevtî gihişt armanca xwe û geştên esmanî li balafirgehê rawestand. Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê her wiha got: Me li deryaya sor êrişî ser gemiya balafirhilgir a Amerîkayê û hejmarek ji gemiyên dijminan kir. Serî wiha dewam kir: Em ê heta dawîhatina êrişan û rakirina dorpêça li ser Xezzê û rûbirûbûna êrişên Amerîkayê, li ser piştgirîkirina gelê Filistînê û girtina pêşiya gemiyên îsraîlî li navça operasyonê berdewam bin.