Êrişên esmanî yên Amerîkayê ser deverên curbicur ên Yemenê
Adar 20, 2025 17:32 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan derbarê êrişa hewayî ya Amerîkayê ser navçeyên curbicur ên Yemenê agahî dan.
Di encama êrişa balafirên şer ên Amerîkayê ser taxeke xelknişîn ya li navçeya El-Sewre ya Senayê de 7 jin û 2 zarok birîndar bûn.Balafirên şer ên Amerîkayê herwiha kargeheke pembûyê ya li devera Zubêyd a parêzgeha Hudeyda Yemenê bombebaran kir.
Hinek navçeyên parêzgehên Seada, El-Cewf û El-Beyza yên Yemenê jî ketin ber êrişên balafirên şer ên Amerîkayê.Çavdêr di wê baweriyê de ne ku êrişên Amerîkayê ser Yemenê nîşana işkesta Waşîngtonê di warê guhertina helwêsta Yemenê bo piştgiriya ji Xezzeyê ye.