Sipasiya Şêx Neîm Qasim ji beşdarên merasima oxirkirina termê şehîd Nesrullah
Adar 08, 2025 15:03 Asia/Tehran
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê spasiya beşdarên merasima girseyî ya oxirkirina tremê şehîd Seyîd Hesen Nesrullah û Seyîd Haşim Sefyedîn kir.
Şêx Naîm Qasim, Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, ji beşdariyq girseyî ya li merasima oxirkirina şehîd Seyîd Hesen Nesrullah, Sekreterê Giştî yê Hizbullahê li Lubnanê û serokê nemir ê Hizbullahê yê Lubnanê, Seyîd Haşim Sefyedîn kir û got ku beşdariya di vê merasimê de û organîzekirina wê encamên xwe yên bêmînak hebûn.
Neîm Qasim sipasiya endamên berxwedanê kir û tekez kir: Beşdarbûna gelê Libnanê û berxwedanê di hikûmetê de dê berdewam be û her çiqasî ku xwîna şehîdan, fedakariya birîndaran û êş û azarên girtiyan zêdetir bibe, ew qas viyan û hêza berxwedanê zêdetir dibe.