Sibat 24, 2025 17:50 Asia/Tehran

Beşdariya girseyî a gel di merasima oxirkirina meytê şehîd Seyîd Hesen Nesrullah bi awayekî berfireh di medyayên curbicur ên cîhanê de deng veda.

Hejmarek zêde  ji welatiyên Lubnanî û alîgirên  seyîdê  Berxwedanê ji gelek welatên cîhanê duh bi beşdariya  girseyî li  merasima oxirkirina  termê  paqij ê Seyîd Hesen Nesrullah û  Seyd Haşim Sefyedîn  li Beyrûtê kom bûn ku rêzê li  bîranîna şehîdên Berxwedana bigrin û  bi  lidarxistina merasimeke bi coş  ewî oxir bikin. Di vê navberê de, mezinahî û berferehiya vê merasimê ji  çavê medyaya cîhanî ve  veşartî nema û bi awayekî berfireh hate rûmal kirin. 

Televîzyon û Anasa Nûçeyan a Reutersê  manşeta xwe derbarê  bûyerê wiha  danî: Bi dehan hezar kes di merasimeke  bi coş da   cenazeyê  Seyîd Hesen Nesrullah oxir kirin û jêre şîndarî kirin.Associated Press ê jî  ser beşdariya girseya alîgirên Seyîdên Berxwedanê tekez kir. 

Tora televîzyonî ya Amerîkî CNN û El Cezîre, rojnameya Gardiyen û  kanala France 24 û ajansên din ên nûçeyan bi zimanên curbecur wêneyên ala û sembolên Hizbullahê li Lubnanê û dirûşma yekgirtî ya,  Ênna Enel Ehd   yanê em ser soza xwe nin di destê alîgirên seyîdên  berxwdanê bi zelalî nîşan dan.

 Medyayên Rejîma siyonîst  bi rûmalkirina merasima  oxirkirina cenazeyên Seyîd Hesen Nesrullah û Şêx Haşim Sefyedîn  ev merasim wek nîşandayîna  qaweta  Hizbullahê bi nav kirin û medyayên bi nav û deng ên  Îsraîlî jî weşana zindî ya merasimê ji kanalên erebî di nûçeyên xwe de danîn .

 Medyaya  siyonîst  a Times of Îsraîlê jî nivîsî:  bi gereçavdêriyên  balefirên cengî yên Îsraîlê li esman bi dehan  hezar  kesên beşdarê oxirkirina termê  Hesen Nesrullah bi yek dengî duruşma  mirin jibo Îsraîlê  bilind kirin. 

Yediot  Ahronot li xwe mikur hatiye  ku firîna balafirên şer ên artêşa Îsraîlê li esmanê Beyrûtê ti bandorek li ser amadebûna xelkê di merasimê de nekiriye. Vê medyaya siyonîstî  ji bilî weşandina gelek wêneyên girseya gel  bi ala û dirûşmên wan, weşana zindî ya televîzyona El-Meyadînê  jî xiste  nav nûçeyên xwe.

Serepeyv