Sibat 22, 2025 16:46 Asia/Tehran
  • Deimûş: Dijmin nikare berxwedanê ji nav bibe

Alîkarê Serokê Konseya Rêveber a Hizbullaha Lubnanê di civîna rojnamevaniyê ya Komîteya Bilind a oxirkirina cenazeyên Seyîd Hesen Nesrullah û Seyîd Haşim Sefyedîn sekreterên giştî yên şehîd ên vê tevgerê de got: Dijmin nikare berxwedanê ji nav bibe.

Elî Deimûş, Cîgirê Serokê  Konseya  Rêveber a Hizbullaha Lubnanê di civîna çapemeniyê ya Komîteya Bilind a oxirkirina cenazeyên Seyîd Hesen Nesrullah û Seyîd Haşim Sefyedîn de got: Em hînî bi vê rewşê  bûne, çawa ku em bi şehadeta Şêx Raxib û Seyîd Ebbas  El-Mûsewî  rê hatin  ji ber ku em li şerê heq li dijî êrişên dijmin de ne.

Pir normal e ku em şehîdan bidin, lê dîsa jî em işkestê naxwen  belku bi biryar û îradeyek xurt emê pêşde biçin da ku daxwazên şehîdan pêk bînin.

Wî her wiha got: Şehîdbûna van her du  seyîdên  hêja, sembola mezin a fîdakarî  û lêborînê ye. Ala me tu carî nakeve erdê.Çawa ku em di hemû qonaxên berxwedanê de li hemberî dijminê siyonîst rawestan, di vê qonaxê de jî em ê wisa bikin.

Serepeyv