Nebîh Bêrî: Libnan ne koloniya Îsraîlê ye
Serokê parlemana Lubnanê tevî tekeziya ser çareserkirina kirîza firînên Îran û Lubnanê ji rêya gotûbêja rasterast a hikûmetan got: Rejîma Israîlê mafê biryardayînê ji bo Lubnanê tine.
Nebîh Bêrî Serokê Parlemana Lubnanê wek berteka li hember bûyerên vê dawiyê yên li vî welatî derbarê bûyerên balafirxaneya Refîq Herîrî ya Beyrûtê ragihand: Niha em di qonaxeke gelek hestiyar de ne û ew kirîza ku li ser mesela firokeyên Îranê de derketiye, divê bi berpirsyarî û dûr ji helahelayên medyayî bê çareserkirin. Ji ber ku şaştiyên nû û du serî wê Lubnanê ber bi aloziyê ve bibin. Nebîh Berî her wiha got: Em tu carî rê nadin Rejîma Siyonîst a dagirker ku ji bo me biryaran bide.Serokê parlemana Lubnanê bi şêwazeke tund got: Em ne koloniya Israîlî ne û emê nebin jî û em li dijî her dîkteyeke biyanî ne ku zirarê bide serweriya Lubnanê.