Sibat 15, 2025 18:10 Asia/Tehran
  • Nûnerê Hizbullahê: Divê bûyera Balafirgeha Beyrûtê bê hilkolandin

Nûnerê Hizbullaha Lubnanê li parlemana Lubnanê qala hegera rûniştina balafira Îranê li firokexaneya Beyrûtê kir û daxwaz ji rayedarên vî welatî kir ku lêkolînê ser vê meselê bikin.

Huseyn Îzzedîn ,Nûnerê Fraksiyona Emegdariya Berxwedanê li parlemana Lubnanê got, tiştekî ecêb e ku ev balafira rêwiyan hilgirê xelkê Lubnanî  bû ku koka wan ji vê xakê ye.

 Îzzedîn di dewamê de ev pirsa xist rojevê: Li ser çi esasê  nehiştin  balefira Îranê li firokexaneya Beyrûtê rûnê? Ji ber kî? Ji ber dijmin, yan ji ber teslîmbûna  li himber daxwazên derve, yan ji ber îtaeta ji fermanên ku bûne sedema vê bûyerê? Wî got ku divê ev şaştî were  sererastkirin û em daxwaz dikin ku hikûmeta Lubnanê vê meselê hilkole.

Serepeyv