Sibat 13, 2025 16:59 Asia/Tehran
  • Wezîrekî Rejîma Sîyonîst gefa destpêkirina şêrr kir

Wezîrê Cengê yê Rejîma Sîyonîst gefa destpêkirina dubare ya şêrr li Hemasê xwar û got: Şerê vê carê yê li Xezzeyê dê ji hêla tundbûnê va ji şerê berî agirbesê va cida be.

Israyîl Kats Wezîrê Cengê yê Rejîma Sîyonîst şeva buhurî li binkeya fermandetîya operasyonê ya artêşa vê rejîmê got: Heke Hemas êxsîrên israyîlî heta şemîyê azad neke, çawan ku Serokomarê Amerîkayê soz dabû, yê derîyên dujehê ser da bên vekirin.

Israyîl Kats herwiha got: Rêkevtinameya agirbesê ya digel Hemasê ji bo azadkirina lezgîn a rehînnê israyîlî bû ku Israyîlê jî di berdêlê da qebûl kir berdêleke giran bide.

Wî herwiha got: Heke Hemas azadkirina rehînan rawestîne, yê ti lihevkinek pêk neyê û şer di rê da ye. 

Serepeyv