160 şehîd û birîndar di encama êrişa Rejîma Siyonîst ser Lubnanê
Çile 27, 2025 17:02 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê îro derbarê şehîdbûn û birîndarbûna 158 lubnaniyan di encama destdirêjiyên Rêjîma Siyonîst ser vî welatî agahî da.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji roja Yekşemê ve heta niha 24 Lubnanî di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser vî welatî şehîd bûne.
Vê wezaretxaneyê her wiha ragihand ku di encama êrişên rejîma Îsraîlê de 134 kes birîndar bûne.
Artêşa Rejîam siyonîst roja Yekşemê, bi binpêkirina rêketina agirbesê , welatiyên Libnanî yên ku vedigeriyan malên xwe li deverên başûrê wî welatî kirin armanc.
Li gor rêkeftina agirbesê ya di navbera Lubnan û Rêjîma Siyonîst de, heftê vê mehê moleta 60 rojî ya vê rejîmê ji bo vekişîna tam a hêzên wê ji axa Lubnanê bi dawî hat.