Çile 27, 2025 16:10 Asia/Tehran
  • Hevkêşiya sêgoşeyî ya Azadkirina Lubnanê

Serokê Fraksiyona Hizbullahê li parlemana Lubnanê got: Sêgoşeya artêş-netewe-berxwedan hevkêşiya azadkirina Lubnanê ji lepên Rejîma Siyonîst bû.

Muhemed Reid, Serokê Fraksiyona emekdariya bo berxwedanê  li parlemana Lubnanê wek berteka  li hember pêla  vegeryana awareyên  Lubnanî  bo  başûrê  vî welatî û hedefgirtina wan ji aliyê dagirkeran ve, got: Ya ku îro li gundên sînorî yên başûrê Lubnanê qewimî, mînakek e ku derewbûna îdiaya serketina dijmin û wehm û xeyalên wê  derheq dewama dagirkeriya wê  eşkere dike . 

 Vî parlemanterê lubnanî got: Şêniyên gundên sînorî selimanidne ku gel, artêş û berxwedan tenê hevkêşeya rastbînane ne ku welat biparêzin û ji lepên dagîrkeran rizgar dikin.

Reid destnîşan kir: Tişta ku îro qewimî banga  eşkere ya  gelê Lubnanê ji hemî aliyên peywendîdar ên navneteweyî re ye ku dijminê siyonîst neçar bikin ku demlidest  ji başûr vekişe û sozên xwe bicîh bîne, destdirêjiyê rawestîne û girtiyan azad bike. 

Serepeyv