Dewama berteka komên filistînî li gotinên bi gengeşe yên Tiramp
Komîteya Şopandina tevgerên netewî û îslamî a Filistînê bertek nîşanî helwêstên Donald Tiramp, serokomarê Amerîkayê li bara cîguhestina zêde ji mîlyonek filistîniyan ji Zîvala Xezzê, da.
Komîteya Şopandina tevgerên netewî û îslamî a Filistînê, gotinên Donald Tiramp, serokomarê Amerîkayê, li ser veguhestina demkî ya filistîniyan bo welatên din, bi tundî şermezar kir û ewê pişkek ji pîlana mezin a ji bo koçberkirina xelkê Filistînê da zanîn ku di çarçoveya bernameyên Partiya Rastgir a Tundrê ya Siyonîst de ye. Vê komîteyê di daxûyaniyekî de pêgîrî kir: Em bi tundî van gotinan şermezar dikin ji ber ku asta pîlanekî nîşan didin ku armanca wan cîguhestina xelkê Filistînê wekî pişkek ji bernameyên Partiya Rastgir a Tundrê ya Siyonîst e. Komîteya hanê daxwaza yekbûna helwêsta filistîniyan û lezandina serêxwegirtina yekbûna netewî kir û pêgîrî kir ku divê istiratêjiya netewî ya yekrêz amade bibe û bi welatên Ereb û Îslamî re hevdengiyên pêwîst ji bo sekinîna li hember van pilanên xeternak cih werin.