Avahîçêkirinên bi şik û guman ên Îsraîlê li Sûriyê
Wêneyên setelaytê avahîêkirinên nû yên Rejîam Siyonîst li Sûriyê û avakirina rêyeke nû di navbera Sûriyê û erdên dagirkirî piştrsat dikin. Wêneyên setelaytê nîşan didin ku artêşa Rejîam Siyonîst rêyeke nû li yek ji baregehên xwe yên leşkerî li bilindahiyên Colanê li bakurê Sûriyê ber bi herêmên dagîrkirî ve çêkiriye.
Çavkaniyên xwecihî ragehandine ku karê çêkirina vê rêyê di destpêka meha Çile de çend hefte piştî alûgurên Sûriyê û wêdeçûna hikûmeta Beşar Esed dest pê kiriye. Rejîma Siyonîst hevgavê berfirehkirina liv û tevgerên xwe li nav axa Sûriyê, roja Înê bi fermî ragihand berûvajî tiştên ku di peymana agirbesê de tê gotin,artêşa wê sibê Yekşemê ji başûrê Lubnanê venakişe.Hizbullaha Lubnanê pêştir derbarê paşdeketina derketina siyonîstan ji başûrê Lubnanê hişyarî dabû.