Êrişên siyonîstan ser başûrê Sûriyê
Çavkaniyên nûçeyan basa dewama liv û tevgerên leşkerên Siyonîst li başûrê Sûriyê kirin.
Artêşa Rejîma Siyonîst pêgehên xwe yên li bilindahiyên stratêjîk li bajaroka Kodênayê li dorhêla başûr a Quneyterê xurt kirine bi awayekî ku ketine du kîlometriya bajarên El Selamê li Quneyterê û li ber avahiya Dayireya Ewlehiyê ya Sûriyê di vê navçeyê da geriyan.
Kesayetiyekî berbiçav ê parêzgeha Quneyterê pêgîrî kir ku piştî têkçûna Bişar Esed, kontrola sedî 95`ê vê parêzgehê ketiye destê Rejîma Siyonîst. eva di halekî da ye ku Qusey Zehak, nûnerê hertimî yê Sûriyê li NY, bi şermezarkirina binpêkirina desthilatdarî û yekperçetiya axê ya Sûriyê û ketina leşkerên Rejîma Siyonîst nav vî welatî, ji Konseya Ewlehiyê ya NY xwest ku vê rejîmê neçar bike ji axa Sûriyê derkeve.
Çavkaniyên nûçeyan jî basa pevçûnên girqan ên bi çekan di navbera çekdaran û hêzên HSD`ê li derdora Dêrezorê de kirin. Pevçûn li navçeya Ebû Humam û Xeranîcê li rojhilata Dêrezorê qewimîne. Çekdar ber bi navçeyên bakûr rojhilata Sûriyê ve çûne. Ev bi alavên xwe yên leşkerî, li navçeyên rojhilatê Helebê û mêhwerên bendava Tişrîn û Dêrezorê bicih bûne.