Êrişa Yemenê ser gemiya amerîkî
Çile 07, 2025 15:50 Asia/Tehran
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ragihand ku yekîneyên mûşekî û xwefiran ên Yemenê keştiya firokehilgir a Amerîkayê ya USS Trumen li bakurê Deryaya Sor kirin armanc.
Yehya Serî got ku ev êriş bi 2 mûşekên kirûz û 4 xwefiran dema ku Amerîka xwe ji bo êrîşeke esmanî ya mezin ser Yemenê amade dikir, hat kirin.
Serî herwiha got, di encama 3 operasyonên din ên bi xwefiran de, 2 navendên leşkerî yên Rejîma Îsraîlê li Yafaya dagîrkirî û yek jî li Esqelanê bûne hedef. Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê bal kişande ser wê yekê ku ew dê operasyonên xwe yên ji bo piştgiriya ji berxwedana Filistînê bidomînin û ev operasiyona tenê wê bi mercê rawestandina destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê û rakirina dorpêça were rawestandin.