Hizbullah: Amerîka û civaka navdewletî selimandin ku ew ne piştgirê Lubnanê ne
Nûnerekî Hizbullahê bal kişand ser wê yekê ku komîteya çavdêriya cihanîna agirbesê û civaka navneteweyî tevî îdiayên xwe, ti pêngavekê ji bo piştgiriya ji Lubnanê li hember destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ranekirine.
Husêyn El-Hac Hesen, endamê frakisyona Wefadariya jibo berxwedanê li parlemana Lubnanê, derbarê rewşa vî welatî piştî şer ragihand: Hizbullah pabendî soza şehîd Seyd Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê berê yê xwe di Tîrmeha 2006`an de bûye û Şêx Neîm Qasim cîgirê Şehîd Nasrallah berpirsiyar bûye ku hemû kaviliyên piştî destdirêjiyên dijmin avedan bike.
Husêyn El-Hac Hesen di berdewamiya axaftinên xwe de bal kişand ser binpêkirina dubare ya peymana agirbesê ji aliyê dijminên siyonîstî ve û got: Rejîma dagirker ji dema rawestandina şer her roj bi awayên curbicur peymana agirbesê binpê dike.Wî her wiha got: Aliyên navneteweyî û kesên ku îdiaya serweriya Lubnanê dikin, heta daxûyaniyek jî li berteka destdirêjiyên dijminê siyonîst dernexistine.