Sersekreterê Hizbullaha Lubnanê: Berxwedan didome
Sersekreterê Hizbullaha Lubnanê got: Destdirêjiya leşkerên Rejîma Siyonîst ser başûrê Lubnanê di rastîyê da destdirêjiya ser Lubnanê û civaka cîhanî ye.
Şêx Neîm Qasim her wiha got ku me bi berxwedanê selimand me nehişt dijmin bi pêşde here û niha jî derfetek e ji bo hikûmeta Lubnanê ku bi kiryarên xwe yên siyasî xwe îspat bike. Şêx Neîm Qasim diyar kir: Bereya Berxwedanê xwediyê îman û baweriyeke kûr e ku bawermendên şehadetxwza di nav da hene u ew bereya dikare ber bi pêş ve here û ji berê bihêztir be, lê Rêjîma Siyonîst ku rehm li ti tiştî nekir li himber cîhanê riswa bû û gişt pê hesiyan ku ev rejîm rejîmeke hov û cinayetkar e ku bi alîkariya Amerîkaya cinayetkar û dijminê mirovahiyê ev cinayet kirin. Divê em şerê vê dawiyê binirxînin û dersê jê hîn bibin.