Şermezarkirina kiryarên siyonîstan li Colana dagirkirî
Kanûn 25, 2024 17:50 Asia/Tehran
Yekitiya Ereban bi daxuyaniyekê kiryarên berdewam û dijminane yên Îsraîlê li Colana dagirkirî şermezar kir.
Yekitiya Ereban li daxuyaniya xwe de ragihand em ji civaka navneteweyî dixwazin ku ji bo rawestandina demildest a kiryarên dijminane û bona pabendiya li biryarnameyên navneteweyî zext û zorê bide ser Rejîma Siyonîst.
Duh nivîsgeha Binyamîn Netanyahû, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst, bi daxuyaniyekê ragihand:Desteya wezîran bi yekdengî plana Netanyahu ya ji bo zêdekirina nifûsê li Bilindahiyên Colanê û bajarê Ketsrînê bi xerca bayê 11 milyon dolarî pejirand.Serokwezîrê Rejîma Siyonîst jî di vê derbarê de gotiye ku em ê baldariya xwe ser Colanê û parastina wê ji bo berfirehkirina çêkirina bjaraokan berdewam bikin.