Piştgiriyên Yemenê ji Xezzeyê nayên rawestandin
Endamê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê got: Êrişên Amerîkayê ser Yemenê nabin sedem piştgiriyên ji gelê mezlûm ê Xezzeyê bên rawestandin.
Li halekê ku artêş û hêzên çekdar ên Yemenê ji heftiya derbasbûyî ve li çarçova qonaxa pêncem a operasiyonên xwe yên ji bo piştevaniya ji xelkê Xezzeyê,çendîn caran paytexta Rejîma Siyonîstî dane ber mûşekan, balefirên cengê yên artêşa Amerîkayê ku li deryaya Sor bi cih bûne, şeva derbasbûyî çend caran deverên curbicur ên Yemenê bombebaran kirin. Xala giring, jordeketina firokeyeke F-18 ya artêşa Amerîkayê li deryaya sor e û tê gotin ku ev firoke ji aliyê artêşa Yemenê ve hatiye jinavbirin, lê endamekî Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê gotiye êrişên Amerîkayê ser Yemenê dê nebin sedema rawestandina piştevaniya ji gelê Xezzeyê. Muhemed Elî El-Hûsî bal kişand ser vê yekê ku sîstema berevaniya Hîts a artêşa Rejîma Siyonîst li himber mûşekên Filistîn 2 nikare ewlehiyê jibo rejîma demkî û terorîzma Îsraîlê pêk bîne û diyar kir: Berfirehkirina hêz û şiyanên hêzên çekdar ên Yemenê dê têkbirina sîstemên berevaniyê yên Amerîka û Ewropa û Îsraêlê berdewam bike.
Şîrovekarê cîhana ereban Ebdulbarî Etwan bal kişand ser wê yekê ku derbeyên mûşekî yên Yemenê li roja şemiyê ser bajarê Yafayê yê Îsraîlê hevsengiyên Binyamîn Netanyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst li hev xist û got: Tişta ku rayedarên siyasî û leşkerî yên Yemenê ji hev cuda dike, hêza biryargirtinê jibo êrişa mûşekî ser kûratiya erdên dagirkirî an jî hedefgirtina paporên amerîkî , Îsraîlî û inglîzî ye û ev taybetmendî li tu yek ji welatên Erebî û Îslamî, yên mezin û biçûk, nayê dîtin.