Kanûn 19, 2024 18:10 Asia/Tehran

Artêşa Yemenê ragihand ku wek bersiva li hember êrişên Rejîma Siyonîst, bi mûşekên haypêrsonîk êrişî armancên girîng ên leşkerî li Têlavîvê kiriye.

Sertîp Yehya Serî, berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê îro ragihand artêşa vî welatî bi mûşeka balistîk a haypêrsonîk, 2 armancên leşkerî yên girîng û hestyar ên Rejîma Siyonîst li Têlavîvê kirine hedef û ev operasiyona serkevtî bûye. 

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê herwiha got: Ev operasiyona hanê hevdem digel êrişa Israîlê ser binavahî û navendên sivîl li bajarên Sena û Hudeydê hat encamdan. Wî herwiha got: Êrişa Israîlê tu carî Yemenê û gelê wê ji cihanîna erka xwe ya olî û exlaqî li hember cinayetên dijminan li Zîvala Xezzê nahêle.

Berdevkê artêşa Rejîma Siyonîst herwiha ragihand: Hêzên îsraîlî êrişî navendên leşkerî yên Hûsiyan (Ensarullaha Yemenê) ji wan bender û binesaziyên enerjiyê li Senaya paytexta Yemenê kirin. Medyayên Yemenê behsa şehîdbûna 9 kesan û birîndarbûna 3 kesên din li êrişên ser Sana û Hudeydê kirin.

Hevgavê viya Ebû Ubeyde, berdevkê Tabûrên Şehîd Izedîn Qesam, artêşa Yemenê ji bo girankirina êrişên dijî Rejîma Siyonîst vexwend. Wî ji bilî pîrozkirina operasiyona mûşekî ya îro ya artêşa Yemenê ser Têlavîvê, ji Senayê xwest êrişên xwe giran bike. ebû Ubeyde di dewamê de got: Em ji birayên xwe yên rastîn di Ensarullahê da dixwezin êrişên xwe zêde bikin ta ku rejîma dagirkir teslîm bibe û şerrê jînûsaydê were rawestandin., Wî pêgîrî kir: Ev êriş nîşan didin ku Rejîma Siyonîst dijminê hemû umetê ye.

Serepeyv