Kanûn 16, 2024 18:15 Asia/Tehran
  • Hizbullah: Em binpêkirina agirbesê dişopînin

Nûnerê frakisyona Wefadariya bo Berxwedanê li parlemanê Lubnanê tekez kir Rêjîma Siyonîst destdirêjî û binpêkirina agirbesê di navbera xwe û Hizbullahê berdewam dike.

Hesen Fezlullah Nûnerê Fraksiyona Wefadariya bo Berxwedana Lubnanê li parlemana Lubnanê got: Rejîma Siyonîst ji firsenda 60 rojî ya   di nava rêketina  agirbesê ji bo destdirêjî û terorê  îstifada xerab dike.

Vî rayedarê Hizbullaha  Lubnanê tekez kir ku Hizbullah tev hikûmetê dosiya agirbesê ji aliyê Îsraîlê ve dişopîne. Wî got ku dijmin di vê dewreyê de ser nakokiyan tekez dike. 

Fezlullah derbarê hilbijartina serokkomar jî got :Hizbullah dixwaze vî karî bighîne encamekê û hewil dide di 9 Çilleyê de serokkomar were bijartin ji ber ku tijîkirina vê valahiyê dibe sedema xurtbûna saziyên din ên destûra bingehîn a welêt.

 Wî her wiha got: Hilbijartina serokkomar pêdivî bi têgihiştineke neteweyî ya berfireh heye û bi zimanê dozê meriv  nikarin encamekê bi dest bixin.

Serepeyv