Hişyariya Hizbullahê bo siyonîstan
Nûnerekî Hizbullahê bal kişand ser wê yekê ku rejîma dagirker di şerê li dijî Lubnanê de negihişt ti yek ji armancên xwe û berxwedan mayînwe bû û hişyarî da sebra Hizbullahê jî hedek xwe heye.
Hesen Îzedîn, derbarê alûgurên herî dawî yên navçê û Lubnanê piştî agirbesê, ragihand, ku berxwedan berpirsiyar bûye wêraniyên destdirêjiyên dijminê siyonîst li dijî Lubnanê ji nû ve avedan bike û komîte û tîmên taybet bi vê boneyê pêk anîne ku xisarên ku li gundên başûr ketine binirxîne û piştre jî qonaxên avedankirina wê dest pê bike.
Vî nûnerê fraksîyona emekdariya bo berxwedanê li parlemana Lubnanê got: Dijminê hemû hêza xwe bi kar anî da ku rê li ber rawestana gel û berxwedana Lubnanê bigire, lê bi ser neket û berxwedanê karî li ber xwe bide.Bêyî ku dijmin hêza jinavbirina wê hebe, berxwedan ser pêya ma û li gorî teoriyên leşkerî di vî şerî de li dijî dagirkeran ser ket.
Vî nûnerê Hizbullahê destnîşan kir ku berxwedan tim ser pêyan e û ewlewyeta wê rawestandina êrişên dagirkeran û berevaniya ji Lubnanê û gelê wê ye.