Kanûn 09, 2024 17:26 Asia/Tehran
  • Êrişa Yemenê ser erdên dagirbûyî

Çavkaniyên nûçeyan ên Rejîma Siyonîstî derbarê êrişa bi xwefiran ser başûrê erdên dagirbûyî agahî dan.

Radyoya Artêşa Siyonîst îro ragihand ku xwefirek li bajarê Yefne li bakurê bajarê Esdûdê li başûra navçeyên dagîrbûyî ket.

 Vê radyoyê her wiha diyar kir wer tê xûyanê ku ev xwefir ji Yemenê hatiye avêtin.

Hinek medyayên din ên Rejîma Siyonîst  gotine ku diqewime ev xwefir ji Iraqê hatiye avêtin.

Li gorî vê raporê, sîstema radarê ya Rejîma Siyonîst ev xwefir  radû nekir  û lêkolînên artêşê derbarê wê destpê bûne.

Pêştir Serleşker Yehya Serî berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ragihandibû:  Di çarçoveya bereyavniya ji  mezlûmiyeta gelê Filistînê û bersiva êrişên ser zîvala  Xezzeyê hêzên çekdar ên Yemenê bi hevrêtiya berxwedana Îslamî ya Iraqê,Operasyoneke leşkerî pêk anî û di wê operasyonê de li başûra Filistîna dagirkirî  cihekî  sereke û bingehîn ket ber êrişan.

Serepeyv