Bersiva Hizbullahê himberî binpêkirina agirbesê
Piştî ku Rejîma Sîyonîst çend caran bi dû hev agirbes li Libnanê binpê kir, Tevgera Hizbullahê wek berteka hibmerî van destdirêjî û binpêkarîyana, êrişî binkeya Roysat Al Ilim a artêşa Rejîma Sîyonîst kir.
Hizbullaha Libnanê di daxûyanîyekê da ragihand ku wek bersiveke xweprastin û berevanîyê himberî destdirêjî û binpêkarîyên Rejîma Sîyonîst, wek hişyarkirina destpêkê êrişî binkeya Rosyat Al Ilim a artêşa Rejîma Sîyonîst li girikên dagirbûyî yên li Kefer Şevwbayê kirîye. Ev binkeya girîng ketîye girikên dagirbûyî yên Libnanê û cîyê kombûna leşkerên Rejîma Sîyonîst li bakura Erdên agirbûyî.
Di vî halî da Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê jî ragihand ku di encama êrişên balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst ser başûra vî welatî da, herîkêm 10 kes hatin şehîdkirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Medyayên Rejîma Sîyonîst jî ragiandine ku vê rejîmê herîkêm êrişî 30 cîyan li başûra Libnanê kirîye.
Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê herwiha ragihandîye ku di encama êrişa sîyonîstan ser bajarokên Harîs û Telûsê da ku ketine başûra Libnanê, 3 kes birîndar bûn.
Hertzî Halîvî Serokerkanê Artêşa Rejîma Sîyonîst jî ragihand ku planek û çend armanc amade kirîye ku her demê yê wan bi cih bînin.
Di halekî da ku hinekji welatan ji ber êrişên Rejîma Sîyonîst ser Libnanê dilnigeranbûna xwe dîyar kirine, ev rejîma bêyî ku guh bide agirbesê, careka din êrişî hin navçeyên başûra Libnanê dike.
Şayanî gotinê ye ku agirbesa di navbera Libnanê û Rejîma Sîyonîst da bi navbeynkarîya navdewletî ji berbanga çarşem 27ê Mijdarê va bi cih hat. Ji wê demê va Rejîma Sîyonîst bi caran ew agirbesa bin pê kirîye û nahêle awareyên libnanî bizvirin gund û bajarokên başûra vî welatî.
Nebîh Berrî Serokê Parlimana Libnanê jî duh êvarê ragihand ku Israyîlê heta vê gavê zêde ji 52 caran agirbes binpê kirîye.