Kanûn 01, 2024 18:36 Asia/Tehran
  • UNRWA şandina alîkariya bo Xezzê ji rêya Kerem Abûsalimê dide sekinandin

Ajansa Alîkarîgîhandin û Peydakirina Kar ji bo awareyên filistînî ser bi Rêxistina Neteweyên Yekgirtî(UNRWA) ragihand ku operasiyona mirovdostane ya li Xezzê ji ber dorpêça berdewam û astengîderxistinên rayedarên Rejîma Siyonîst nepêkan bûye.

Fîlîp Lazarînî got: Operasiyona mirovdostane ya li Xezzê ji ber dorpêça berdewam û astengîderxistinên rayedarên Rejîma Siyonîst  nepêkan bûye. Lazarînî gotiye biryara me ji bo sekinandina derbasbûna alîkariyan di demekê da ku xela û birçîtî li Xezzê bi lez ber bi xirabûnê ve diçin, biryareka dijwar e. Ajansa Unrwayê ragihand ku nika zêde ji 415 hezar aware li avahiyên dibistanên vê saziyê li gişt Zîvala Xezzê sitirîne: Eva di halekî da ye ku bi sedan hezar kesên din di şertûmercên xirabtir li sitargehên demkî da dijîn. UNRWA`yê herwiha pêhişyarî daye berpirsyariya parastina hêzên alîkarîgîhandin û karmendên di warên alîkariyên mirovdostane, li stûylRejîma Siyonîst wekî hêzeka dagirkir e.

 

Serepeyv