El Hûsî: Serkevtina Libnanê encama hewldana Berxwedanê bû
Rêberê Ensarullaha Yemenê li axavtina xwe ya hefteyî tevî pesindayîna peymana agirbesa li Libnanê, ev peymana hanê encama xebat û mêrxasîya şervanên Berxwedanê û piştgirên wan ên gelanî da zanîn.
Di vê axavtina xwe de, Ebdulmelik Bediredîn El Hûsî, rêberê Ensarullaha Yemenê, destnîşan kir: Dema şikestan derbas bûye û dema serketinan hatiye. Eva hevokek e ku şehîdê Îslam û mirovahiyê, Seyîd Hesen Nasrallah, Xweda jê razî be, gotiye.
El Hûsî amaje bi serkeftina Hizbullaha Libnanê li hember Rejîma Siyonîst jî kir û got: Hedefgirtina Libnan û Hizbullahê ji aliyê Amerîkayê ve hat piştgirîkirin û ji ber vê sedemê jî amerîkî şirîkê bêhêvîbûna dagirkeran in, ji ber ku ew şirîkê êriş û cinayetê bûn û bi hemû hêza xwe di êrişa ser Libnanê da piştgirîyek mezin dan dijminê îsraîlî. Serkeftina ku li Libnanê hatiye bidestxistin ji aliyê Xwedayê mezin û encama hewldana mirovên dilsoz û bi sebir û piştevaniya gelanî ya ji berxwedanê ye.