Mijdar 20, 2024 19:15 Asia/Tehran
  • Neîm Qasim: Bila dijmin li Telavîvê li benda bersiva me be

Sersekreterê Hizbullaha Lubnanê ragehand: Piştî ku Rejîma Siyonîst paytexta Lubnanê kir armanc, bila li benda bersiva me li navenda Telavîvê be.

Şêx Neîm Qasim, Sersekreterê Hizbullaha Lubnanê bal kişand ser êrişên berdewam ên Hizbullaha Lubnanê ser Erdên Dagirkirî û destnîşan kir:  Bê şik Hizbullah dê berxwedana xwe bidomîne, Têkoşerên me  mêîrên meydanê ne  û bêşik Rejîma Siyonîst divê li benda derbeyên giran ên me li Telavîvê be.

 Sersekreterê Hizbullaha Lubnanê diyar kir ku  heftiyek li ser Çilemîn roja şehîdkirina Seyd Haşim Sefyedîn, Serokê Kopnseya kargêr yê Hizbullaha Lubnanê re derbas bûye.

 Şehîd Seyd Haşim Sefyedîn  wek destê rast ê şehîd seyd Hesen Nesruullah bû û her tim li qadê de amade bû.

 Şêx Neîm Qasim  derbarê şehîdbûna Muhemed  Efîf, Berpirsê beşa ragehandinê ya Hizbullahê jî got: Muhemed Efîf li meydana cîhada medyayî û Berxwedana li rêya Qudsê û azadkirinê de şehîd bû.

 Şêx Neîm Qasim tekez kir: Rejîma Siyonîst di dema terorkiina Muhemed Efîf, destdirîjî ser paytxta Lubnanê kir.

Serepeyv