Mijdar 18, 2024 18:45 Asia/Tehran

Têkoşerên Berxwedana Îslamî ya Lubnanê, bona piştgiriya ji xelkê Xezze û Lubnanê, îro baregeha Şeraga (navenda îdarî ya fermandehiya tîpa Golanî) li bakurê bajarê dagirbûyî yê Ekayê dan ber mûşekan.

 Berxwedana Îslamî ya Lubnanê di daxûyaniyekê de ragehandin ku vê sibê bajarokê Gornût Heglilê bi pêleke mûşekan dane ber êrişan.Eva di halekî de ye ku têkoşerên berxwedanê 4 caran cihê kombûna siyonîstan li bajarokê El-Xeyam li başûrê Lubnanê dan ber êrişan.

Hizbullaha Lubnanê her wiha ragihandiye ku  wan 8 caran bi dehan mûşek û operasyona xwefirên Rejîma Siyonîst li nêzîkî bajarokê El-Xeyamê dane ber êrişan û nehiştine ew ber bi axa Lubnanê ve bi pêşde herin.Artêşa Siyonîst jî vê sibê êrişên berfireh ser navçeyên curbicur ên başûrê Lubnanê destpê kir ku hîna berdewam dike.Rejîma Siyonîst îro navenda ticarî ya li Nebetiyeyê bi tundî bombebaran kirin. Hevgav balefirên cengê yên Rejîma Siyonîst avahiya  dayireya avê ya başûrê Lubnanê li Sûrê li başûrê Lubnanê da ber êrişan.

 Topxaneyên Artêşa Rejîma Siyonîst derdora bajarokên Yanuh, El-Bazûriye û çend bajarokên din li başûrê Lubnanêdan ber êrişan.Hizbullaha Lubnanê li hember wê yekê bêdeng nemaye belku hema ji destpêkê ve, operasiyonên curbicur dijî  meqer û bajarokên siyonîstnişîn li bakurê Filistîna dagirbûyî danî nav destûrkara xwe.Tevgera Hizbullaha Lubnanê ragihandiye ku meqerên leşkerî, cihê kombûna leşkerên siyonîst, navendên aborî û çend xalên din li bakurê navçên dagirbûyî  dane ber êrişan.

Serepeyv