Êrişa bejayî ya Rejîma Sîyonîst ser Libnanê
Balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst berbanga îro êrişî navçeya Harre Hirîkê ku ketîye devera Zahîye li başûra Libnanê kirin.
Di encama êrişa Rejîma Sîyonîst a bi balafiran ser herêma Aramon a Libnanê da 8 libnanî hatin şehîdkirin.
Çavkanîyên nûçeyan jî ragihandin ku Rejîma Sîyonîst gefa bombebaranê li hin taxên din ên Beyrûtê kirîye.
Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê jî di daxûyanîyekê da ragihand ku hejmara şehîdên destdirêjîyên ser Libnanê rabû 3 hezar û 287 kesî û ya birîndaran jî ji 14 hezar û 200 kesî derbas bûye.
Hizbullaha Libnanê jî di daxûyanîyekê da ragihand ku hejmara leşkerên artêşa Rejîma Sîyonîst ku ji destpêka êrişa bejayî ser başûra Libnanê va hatine kuştin ji 100 kesî derbas bû û ya birîndaran jî ra bû hezar kesî ji wan birîndarbûna hehmareke efser û pilledaran.
Li gundekî başûra Libnanê jî avahîyek tep bû û 7 leşkerên sîyonîst ku di nav de bûn, di bin da man û mirin.
Di dewama daxûyanîya Hizbullaha Libnanê da hatîye: 43 tankên Merkava, 8 boldozerên leşkerî, 2 zêrêhpûşên Hamer, 2 maşînên din ên leşker û 2 panzer dema veguhestina leşkerên artêşa Rejîma Sîyonîst hatine jinavbirin.
Herwiha ji bo cara yekem hejmareke zêde ya xwofirrên êrişênkirinê yên şirketa Yekneim Îlîtê ku ketîye 50 kîlometrîya sînorê başûr-rojhilata şarê dagirbûyî yê Heyfayê, bûn armanca êrişê.
Hizbullahê di dawîya daxûyanîya xwe da ragihand: 4 xwofirrên israyîlîyên ji cura Hermes-450 û 2 xwofirên israyîlî yên ji cura Hermes 900 jî hatin jordaxistin.