Serdestiya Hizbullahê li meydana şerê li himberî Rejîma Siyonîst
Hizbullaha Lubnanê di êrişên nû yên mûşekî de çend meqerên artêşa Rejîma Siyonîst dan ber êrişan.
Hizbullaha Lubnanê li hemberî êrişa ser xelkê sivîl li vî welatî bêdeng nemaye û hema ji xulekên destpêkê ve operasiyonên curbicur dijî meqer û bajarokên siyonîstnişîn li bakura Filistîna dagirbûyî xistiye rojeva xwe û îro bajarokekî siyonîstnişîn bi zêdetirî 50 mûşekan da ber êrişan.Hizbullahê vê sibê cihê kombûna leşkerên artêşa dijmin li baregeha El-Êbadê da ber mûşekan.Hizbullaha Lubnanê bi mûşekan êrşî bajarokê Mealût Terşîha û bajarê Safedê kir.Hizbullaha Lubnanê ragihand ku cihê kombûna hêzên dagirker yên Îsraîlî li rojhilatê bajarokê Marûn el-Res li başûrê Lubnanê bi mûşekan kire armanc.
Muhemed Efîf berdevkê Hizbullaha Lubnanê jî derbarê rewşa meydana şerê di navbera berxwedana Îslamî ya Lubnanê û dagikerên siyonîst de got wan piştî 40 rojan hîna nekarîne heta gundekî li ser sînorê Lubnanê jî dagir bikin. Wî bal kişand ser bombebarana hewayî ya Rejîma Siyonîst li Beyrûtê û got: Ew bi kuştina jin û zarokan nikarin bi ser kevin.
Muhemed Efîf her wiha got;rewşa cebilxanên Hizbullahê baş in û gotegotên derbarê kêmbûna çekan derew zanî. Wî got:Piştî êrişên giran û serketî yên berxwedanê ser kûratiyên erdên dagirbûy, sansûra tund a Îsraîl li dû veşartina ziyan û kuştiyên dijmin e. Berdevkê Hizbullaha Lubnanê herwiha got:Rejîma dagirker pêşiya operasyona rizgarkirina kesên di bin kavilan de mane, bi taybet li El-Merîcê digre ku ev yek bi rêkeftina Amerîka û zexta balyozê Amerîkayê pêk hatiye.