Êrişa mûşekî ya berxwedana Lubnaدê ser bajarokên pêşezasiyê
Berxwedana lubnanê di dewama piştgiriya xwe ya ji xelkê Xezze û Lubnanê li himber êrişên Rejîma siyonîst ragehand ku di dema êrişên mûşekî ser bajarokên siyonîstnişîn, xwefireke artêşa dagirker sernixûn kiriye.
Berxwedana Lubnanê bi du daxuyaniyên cuda ragihand ku vê sibê şemiyê bajarokê Kiryat Şimûnê û Beram bi çend mûşekan kirine armanc. Her wiha medya siyonîstan derbarê lêxistian zengilên xeterê li bajarokên Nehariya û deddora wê û hin navçeyên bajarokê Beramê li Celîla rojavayî agahî dan.,
Di daxuyaniyeke din de, berxwedana Lubnanê ragihand ku vê sibê kombûna leşkerên Siyonîst li El-Menarê û baregeha El-Ebadê dan ber mûşekan. Berxwedana Lubnanê di daxûyaniyeke din de ragehand ku yekîneya bereyavniya hewayî ya berxwedanê, xwefira Hêrmês 450 a Rejîma Siyonîst bi mûşeka erdê bo hewayê sernixûn kiriye û ev xwefir li bajarokê Dêr Seryanê ketiye erdê..