Meydana şêr destdirêjiya Rejîma Siyonîst radiwestîne
Parlemanterekî Hizbullahê li parlemana Lubnanê bal kişand ser wê yekê ku şert û mercê sereke yê serhevdeanîna muzakireyan, rawestandina êrişên Rejîma Siyonîst e û tekekz kir: Ya ku destdirêjî û hovîtiya Îsraîlê radiwesîne, meydana şêr e.
Endamê Fraksiyona Emegdariya bo Berxwedanê li Parlemana Lubnanê, Elî El-Mîqdad ragehand ku Rejîma Siyonîst li saya piştgiriya welatên rojavayî, her roj cinayteên nû pêk tîne û got: Amerîkî û îsraîlî pabendî tu rêkeftinekê nebûne û nêtên wan jî diyar e û em ji viya ecêbgirtî nabin ku Binyamîn Nêratyanû nexweze şêr rawestîne.
Vî endamê Fraksiyona Emekdariya bo Berxwedanê li Parlemana Lubnanê her wiha got: Netanyahu piştî şehîdbûna Seyd Hesen Nesrullah, Sekreterê Giştî yê Hizbullahê, rêkeftin betal kir û bi şerê xwe ew kemland, lewma divê Netanyahu bizanibe ku em îro şert û mercên wî qebûl nakin. Vî nûnerê Hizbullahê li parlemana Lubnanê tekez kir: Ya ku destdirêjî û hovîtiya Îsraîlê radiwstîne, meydana şêr e.