Cotmeh 30, 2024 17:38 Asia/Tehran
  • Şêx Neîm Qasim: Em ê bi ser bikevin

Sersekreterê nû yê Hizbullaha Libnanê got: Divê em gelek fîdakariyan bikin lê em piştrast in ku em ê bi ser bikevin.

Şêx Neîm Qasim di destpêka yekemîn aaxiftina xwe ya wekî sersekreterê Hizbullahê, bala xwe da ser şehadeta Seyîd Haşim Sefîyedîn, serokê Konseya Cihîner a Hizbullahê û got: Şehîd Sefîyedîn bona berxwedanê têkoşîn dikir û hewl dida hewcetiyên bereya Berxwedanê dabîn bike û yek ji kesên herî girîng bû ku şehîd Seyîd Hesen Nesrullah, pişta xwe pê ve girêdida. Wî herwiha Yehya Sênwar, mînaka lehengbûn û berxwedanê ji bo Filsitînê û azadîxwzaên cîhanê wesif kir ku heta henaseya xwe ya dawîn bi dijminê siyonîst re bi wêrektî û îmanê şerr kir û li hember wê sekinî.

Şêx Neîm Qsim di dewama axiftina xwe da amajeyî şehîd Seyîd Hesen Nesrullah, kir û destnîşan kir: Wî di mideha 32 salan têkoşîna xwe ya di bereya Berxwedanê, îman, wilayet û berxwedanê di dilê ciwan, jin û zarok û pîr û kalan çand û alahilgirê serkevtî yê Berxwedanê û rênîşanderê serkevtinê bû û wê bibe jî.

Sersekreterê nû yê Hizbullaha Libnanê herwiha got: Divê em pirr fîdakarî bikin lê em piştrast in ku em ê bi ser bikevin

Serepeyv