Hizbullahê derbên giran li siyonîstan xist
Cotmeh 17, 2024 16:13 Asia/Tehran
Medyayên Rejîma Siyonîst mukur hatin ku 14 leşkerên wan di şerrê di navbera Berxwedana Libnanê û artêşa vê rejîmê da li bereyên bakûr û başûrê Erdên Dagirkirî birîndar bûne.
Kanala 13 ya televîzyona Rejîma Siyonîst îro ragihand: Mûşekên ku bi awayekî rasterast ji Libnanê ve ber bi bajarokên dagirkirî yên Kermîel û Mecd Kirom, Miskaf Am û Kefer Gil`adiyê li navçeya Esbei Celîlê li Celîl a Ulya hatin avêtin di encama van êrişan da 4 kes birîndar bûne û gelek xisar li dagirkiran ketine.
Ji hêla din ve di encama êrişa dagirkirên siyonîst ser bajarê Nebtiyê li başûrê Libnanê da doktor Ehmed Kehîl, serokê şaredariya Nebtiyê ligel hejmarek ji karmendan şehîd bûn û bi dehan welatiyên libnanî jî birîndar bûn.