Êrîşa mûşekî ya Hizbullaha Libnanê li ser bakurê Erdên dagirkirî
Cotmeh 08, 2024 20:12 Asia/Tehran
Hizbullaha Libnanê ragihand Heyfa û Kerîotê li bakurê Erdên Dagirkirî yên Filistînê dane ber mûşekan.
Berxwedana Îslamî ya Libnanê herîkêm bi 100 mûşekan Heyfa û Kerîot li bakurê Erdên Dagirkirî kirin hedef. Çavkaniyên siyonîst her wiha li bara rabûna dûkeleka giran ji bajarê Heyfayê, piştî mûşekbarana li vî bajarî agahî dan. Medyaya Rejîma Îsraîlê ragihand, êrîşa mûşekî ya îro ya Hizbullahê ser Heyfayê ji destpêka şer û vir ve bêmînak bûye. Tevgera Hizbullaha Libnanê di daxuyaniyeke din de ragihand: Pêgeha El Bexdadî ya artêşa Rejîma Siyonîst li bakûrê Erdên Dagirbûyî bûye armanca çend xwefirên xwekujiyê û ev xwefir bi awayekî deqîq li hedefan ketine.