Şêx Neîm Qasim: Fermandariya Hizbullahê ser piyan e,Sekreterê Giştî dê bi zûtirkê dê were hilbijartin
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Şêx Neîm Qasim di yekem axiftina xwe piştî şehîdbûna Seyîdê Berxwedanê de got ku rêxistina fermandehiya Hizbullahê tam ser piyan e.
Li gorî rapora Fars Newsê Şêx Neîm Qasim, cîgirê şehîd Seyîd Hesen Nesrullah di axaftina xwe de got ku me rêberekî mezin, birayek, heval û bavê xwe Seyîd Hesen Nesrullah ji dest daye. Wî got:
Di kêliyên herî diltezîn û xembar ên jiyana xwe ji we re diaxivim.
Me birayek, evîndarek û bavê xwe ji dest da, Ewlewiyeta şehîd Seyîd Hesen Nasrullah, Qudsa Şerîf di çarçeweya yekitiya îslamî û erebî be bû. Şêx Neîm Qasim her wiha got:
Seyîd Nesrallah heva û hogirê van têkoşeran bû ku her tiştê xwe di rêya xwe de baxişîn. Ji ber şehadeta ezîzê xwe sersaxiyê ji Hezretî Sahib El-Zeman re dixwazin.
Nesrullah hebandiyê dilê hemû evîndarên azadî û Filistînê bû.
Wî her wiha got:
Em ji ber wergirtina xelata herî bilind ku hemen nîşana Îmam Huseyn (s) e ji Seyîd Nesrullah û hevalên wî pîroz dikin.
Ey Mucahidîn, hûn ji wan kesên çavlirê ne û divê bizanibin ku Hezretê wî her tim di nav me de ye.
Şêx Neîm got:Berevajî îdiaya dijmin, 20 fermandarên Hizbullahê li kêleka Seyîd Hesen Nesrullah nebûn. Ger Îsraîl wer dizane ku destên wê ji bo cinayetê vekirî ye di xewn û xeyalan de ye .
Hinek ji me şehîd bûn û hinek jî wê rêya serkeftinê bidomînin. Wî tekez kir :Bi van kiryarên hovane bidestxistina armancên Îsraîlê xewn û xeyalek e.
Teqîna plycêran çiya ji nav dibirin lê em ser piya man . Vî berpirsê pilebilind ê Hizbullahê got:
Bi hemû êş û gorrî û fedekarî û berdêlan em ê rêya xwe erdewam bikin.
Tevî jidestdana hejmarek ji rêberên xwe , êrişa ser sivîlan û fedakariyên mezin, em ji helêwsta xwe nalivin û berxwedan dê li ser piştgiriya Xezeyê û Filistînê û parastina Lubnan û gelê wê berdewam be.
Û teqez emê di wê di vî şerî bi ser bikvin.