Îlon 28, 2024 20:25 Asia/Tehran
  • Şehadeta Hesen Nesrullah, serketina berxwedanê ye

Rêberê Ensarulaha Yemenê tekez kir şehîdbûna seyd Hesen Nesrullah dê agirê fîdakariyê gurtir bike û encama wê ya tekez serketina berxwedanê û jinavçûna dijminê îsraîlî ye.

Seyd Ebdulmelik Bedredîn Hûsî, rêberê tevgera gelanî ya Ensarullaha Yemenê îro şemiyê di daxûyaniyekê de ragehand: Şehîdbûna seyd Hesen Nesrullah dê agirê fîdakariyê gurtir bike û encama wê ya tekez serketina berya berxwedanê û jinavçûna dijminê îsraîlî be.Muhemed Ebdulselam, berdevkê tevgera Ensarullaha Yemenê jî îro di daxûyaniyekê de ji ber şehadeta vî fermndê mezin, seyd Hesen Nesrullah sersaxî gote umeta îslamê û tevgerên rizgarîker yên cîhanê û diyar kir: Ew pitî çendîn dehekan wek têkoşerekî wêrek û kêmînak di dîroka hevçerx gihêşt daxwaza dilê xwe yanê mîdala şehadetê û bi bereketa rêberiya wî ya hekîmane, Îsraîl û îstikbar berdewam işketsê dixwen û xwîna wî ya pîroz û paqij dê nifrînek be ku dê pêsîra Rejîma siyonîst bigre.