Bi dawîhatina bê encam a Civîna Dohayê ji bo agirbesa li Xezeyê
Civîna Dohaya Qeterê ku jibo lihevkirinekê bona agirbesa li Zîvala Xezeyê hatibû liodarxistin,bê encam bi dawî bû.
Welatên Qeter, Misr û Amerîka wek navbeynkarên muzakirên agirbesê li zîvala Xezeyê bona gihiştina bi rêketinekê ji bo agirbesa li vê zîvalê û azadkirina girtiyan, gotûbêj kirin ku bê encam ma. Tevgera Hemasê Yekşemê şevê di daxuyaniyekê de tekez kiribû ku li şûna destpêkirina muzakirên nû ji bo agirbesa li Zîvala Xezeyê divê xalên ku di muzakirên berê de li ser hatine lihevkirin, bên cîbicîkirin.
Rayedarên pilebilind ên her sê welatan dê dawiya hefteya bê li Qahireya paytexta Misrê bona bidestxistina rêketinekê li gor şert û mercên ku duh îniyê hatin hilêxistin civînekê li dar bixin.
Heta niha muzakirên di navbera rayedarên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) û Rêjîma Siyonîst bi navbeynkariya Misr û Qeterê û beşdariya Amerîkayê ji bo pêkanîna agirbesê li Xezeyê û veguhertina girtiyan di navbera her du aliyan de neghêştiye tu encamekê