Tebax 09, 2024 21:31 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana milyonanî ya Yemeniayn  ji bo piştgiriya Xezeyê

Gelê Yemenê cardinê bi lidarxistina xwenîşandanekê piştgiriya xwe ji gelê mezlûm ê Filistînê li Xezeyê ragihand.

Parêzgeha Seide ya Yemenê îro bû meydana xwenîşandana bi milyonan kesî ji bo piştgiriya ji Filistînê. Xwenîşanderên yemenî li vê xwenîşandana dijî Israîlê slogana Şerê Cîhad û bereya yekgirtî û bi Xezeyê re heta serketinê bilind kirin û piştgirî dan gelê Filistînê.Serokê Ensarullaha Yemenê Ebdulmelik El-Hûsî jî duh li axiftina xwe ji gelê Yemenê xwest ku ji bo piştgiriya gelê mezlûm ê Filistînê xwepêşandana girseyî li dar bixin.El-Hûsî got: Xwenîşandana girseyî ya berdewam li gel cinayetên Rêjîma Siyonîst di dîrokê de bêmînak e û dê wek rûpeleke bi rûmet ji bo gelê Yemenê bimîne.Gel û artêşa Yemenê di mehên derbasbûyî de bona piştgiriya berxwedana gelê Filistînê li zîvala Xezeyê çend gemiyên siyonîstan yanê gemiyên ku ber bi erdên dagirbûyî li deryaya sor an tengava Bab ul Mendebê ve diçûn kirine armanc.Yemeniyan soz dane ku dema ku Rejîma îsraîlê êrişên xwe ser zîvala xezeyê ranewestîne yê êişên xwe ser gemiyên vê rejîmê an gemiyê ku ber bi erdên dagirbûyî ve diçin li deryaya sor berdewam bikin.

Serepeyv