Hizbullahê bi roket û xwefiran meqerên dagirkeran têk birin
Hizbullahê di çarçoveya berdewamiya êrişên xwe yên giran ser meqerên leşkerî yên Rêjîma Siyonîst, navendeke din a leşkerî ya Rejîma Siyonîst li bakurê Filistîna dagirbûyî bi xwefiran da ber êrişan.
Êrişn giran ên Hizbulahê tim berdewam in .Hizbullaha Lubnanê di daxûyaniyekê de ragihand: Bona piştgiriya ji gelê berxwedêr ê Filistînê li Xezeyê û alîkariya bo berxwedana wêrek û bi rûmet û li bersiva êriş û terora ku dijminê siyonîst li bajarokên Henawiye û El Naqûreyê pêk anîn, têkoşerên Berxwedana Îslamî îro navenda fermandetiya tabûra peravê ya tîpa Rojava li Lîmanê dan ber êrişan.Hizbullaha Lubnanê di daxûyaniyek din de ragihand ku, di çarçoveya piştevaniya ji berxwedana Filistînê li Xezeyê û berxwedana wêrek û bi rûmet û berteka li hember teror û êrişên dijminên siyonîst bi taybet li El-Naqûre û Henaviyê têkoşerên berxwedêrên islamî îro navenda frmandetiya tîpa 769 a li qereqola Kiryat Şemonayê bi mûşeka Feleq dan ber êrişan.Hizbullaha Lubnanê jî navenda leşkerî ya Semaqeyê li bilindahiyên Kefer Şûba da ber mûşekan.Berxwedana Îslamî ya Lubnanê her wiha navenda kombûna leşkerên dijminê siyonîst li derdora navenda El-Mutleyê da ber mûşekan û di encamê de ji hêzên dagirker kuştî û birîndar jî hebûn.