Dayireya giştî ya Sipahê şehadeta serdar Pûrhaşimî piştrast kir
Dayireya giştî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî, di daxuyaniyekî da ragihand ku serdarê pasdar, Kiyûmers pûrhaşimî, misteşarê leşkerî yê payebilind ê welatê me li Sûriyê şehîd bûye.
Dayireya giştî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî, îro pêncşemiyê ragihand: Serdarê Sertîp ê pasdar, Kiyûmers Pûrhaşimî nasyar bi Hecî Haşim, yek ji berevanên heremê û misteşarê payebilin ê leşkerî yê Sipahê li Sûriyê di encama êrişên duh şev ên terorîstên tekfîrî siyonîstî ser dorhêla Helebê şehîd bû. Di vê daxuyaniyê da hatiye: Bi şikestên stratêjîk ên rejîma merivkuj û wek gurran a siyonîst li bereyên Xezze û Libnanê û negihîştina li armancên qirêj û şeytanî yên bereya serdestîxwez û siyonîst li hemberî bereya Berxwedana Îslamî; Terorîstên tekfîrî yên bin fermandetîiya şkestxweriyan li qada şerrê li Xezzê û başûrê Libnanê, ji rojên buhurî ve careka din êrişên hovane yên ser Sûriyê xistine destûrxebata xwe ku rastî bersivên teqil ên artêşê û hêzên gelanî yên bihêz ên vî welatî ve hatin.
Di vê daxuyaniyê da hatiye destnîşankirin: Di dereqa cinayetên hovane yên ku koma terorîstî tekfîrî siyonîstî li dorhêla Helebê cih anîn , serdarê egît û wêrek ê sipaha Îslamê, sertîpê pasdar, Kiyûmers Pûrhaşimî nasyar bi Hecî Haşim, yek ji berevanên berê yên heremê û misteşarê leşkerî yên payebilind ê Îranê li Sûriyê, şehîd bû.