Êrişa mûşekî ya ser binkeya Amerîkayê li Sûriyê
Mijdar 28, 2024 19:01 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan îro pêncşemiyê basa êrişa hewayî ya ser pêgeha Amerîkayê li Sûriyê kirin.
Li gorî ragehandina medyayan, binkeya dagirkirî ya Amerîkayê li meydana gazê ya Konîkoyê li dorhêla rojhilata parêzgeha Dêrezora Sûriyê kete ber êrişê. Televîzyona El Meyadînê ragihand ku ev êrişa ji aliyê komên berxwedanê û bi çend mûşekan pêk hatiye. Hûrgîliyên zêdetir ên vê êrişê hela nehatine ragihandin.
Ji dema destpêbûna şerrê Rejîma Siyonîst dijî xelkê Xezzê, êrişên ser pêgehên Amerîkayê li navçê giran bûne.