689 kuştî û 4 hezar û 284 birîndar, hejmara herî dawî ya kuştî û birîndarên siyonîstan li şerê Xezeyê
Artêşa Rejîma Siyonîst bi weşandina amarên nû li xwe mikur hat ku ji 7ê Cotmeha 2023an heta niha 689 leşkerên wan hatine kuştin û 4 hezar û 284 kes jî birîndar bûne.
Artêşa Rejîma Siyonîst ku ji alîkariyên bêsînor ên welatên rojavayî bi taybetî Amerîkayê sûdê werdigre di deh mehên borî de şerekî berfireh li dijî gelê Filistînê daye destpêkirin û heta niha negihîştiye armancên xwe. û carnan derbarê hejmara kuştî û birîndarên xwe di encama şerê bi hêzên berxwedana Filistînê li xwe mikur tê.Artêşa vê rejîmê vê dawiyê jî tevî ragehandina amarên nû yên kuştî û birîndarên xwe li şerê Xezeyê ragehand ku di şer û pevçûnên 24 sietên borî de li zîvala Xezeyê 12 leşkerên wan birîndar bûne.Artêşa Rejîma Siyonîst bi weşandina amarên herî dawî yên kuştî û birîndarên şerê Xezeyê, got ku ji 7ê Cotmeha sala 2023an heta niha 689 efser û leşkerên dagîrkir hatine kuştin û 639 kes jî bi giranî birîndar bûne.Artêşa dagirkir her wiha li xwe mikur hat ku 213 efser û leşkerên siyonîst li nexweşxaneyan tên dermankirin û birînên 29 ji wan xeddar e.Çend rojan berî niha Yoaf Zeytûn, peyamnêrê leşkerî yê rojnameya Yediot Aharonot ragihandibû ku ji destpêka şerê Xezeyê ve herî kêm 10 hezar leşkerên siyonîst hatine kuştin an birîndarkirin.