Berteka nivîsgeha Netanyahu li hember daxuyaniya 3-alî derbarê agirbesa li Xezeyê
Nivîsîngeha Serokwezîrê Rejîma Siyonîst li berteka li hemberî daxuyaniya îro ya Qeter, Misir û Amerîkayê derbarê Xezeyê de ragihand ku ev rejîm dê muzakirekirên xwe ji bo beşdariya li civîna 15`ê Tebaxê bişîne cihê muzakireyan.
Nivîsgeha Binyamîn Netanyahu Serokwezîrê Îsraîlê di daxuyaniyekê de wek berteka li himberî daxuyaniya hanê ragihand ku armanca şandina tîma muzakirekiran bidawîkirina hûrgiliyan û hilkolandina cihanîna rêketina muhtemel bo agirbesê ye.Navbeynkarên muzakereyên Rejîma Siyonîst û berxwedêrên Filistînê ji wan Amerîka, Qeter û Misirê vê sibê di daxûyaniyek hevpar de ragihandin ku rêketina jibo rawestandina şer û pevçûnên li Xezeyê û azadkirina girtiyan hatiye kemlandin û divê bê rawestan yekalî bibe. Van welatan gotine ku tenê hûrgiliyên peymanê mane û divê ser wan kar bikin.Li gor vê daxuyaniyê,navcîtîkar piştî çend mehan hewildanê, niha dixwazin pêşniyara dawî pêşkêşî Hemas û Îsraîlê bikin.Van welatan ji Hemas û Rejîma Siyonîst daxwaz kirin ku muzakereyên li Dûha û Qahireyê ji nû ve dest pê bikin da ku di heftiyekê de hûrgiliyên kutasiyê bi dawî bibin û wê cih bînin.Di deh mehên derbasbûyî de Netanyahu her car bi mehneyekê muzakirên agirbesê li hev xist.