Tebax 09, 2024 08:57 Asia/Tehran
  • Rêberê Ensarullaha Yemenê: Teqez emê bersiva Rejîma Siyonîst bidin

Rêberê Ensarullaha Yemenê bal kişand ser cinayetên Rejîma Siyonîstî û got: Teqez emê li hember bombebarankirina mexzenên ardûyê li Hudeydê,bertekê nîşan bidin.

Ebdulmelik El-Hûsî rêberê Ensarullaha Yemenê li axiftinekê li televizyonê de bal kişande ser vê yekê ku paşdexistina bersiva bereya berxwedanê li hember kêşeyên leşkerî yên Rejîma Siyonîst tenê mijareke taktîkî ye bona ku  dayîna bersiva dijmin bi bandor be. Amerîka, Ewropa û çend welatên Erebî hewl didin me ji nîşandayîna bertekê vegerîin. Ev erka umeta Îslamê ye ku li hember zilma ku li gelê Filistînê tê kirin bertekê nîşan bidin.

Wî eşkere kir ku tirs û zext û zor me ji  biryara bersivdayina  bo aloziyên  ku Rejîma Siyonîst pêk tîne venagerîne. 

El-Hûsî got: Kuştina Îsmaîl Heniye rêberê Hemasê û Fuad Şukur fermandarê cîhadî bandor li hemû rewşê kiriye û şerê bi Îsraîlê re di asta herî bilind de ye. Cinayetên vê dawiyê yên dijmin,  rêberên umeta Îslamê  kirin armanc ku di hilgirtina alaya Cîhadê û rûbirûbûna dijminê Îslam û Mislimanan de roleke berçav hebûn.

Serepeyv