Dewama êrişên Hizbullahê
Tîrmeh 27, 2024 15:50 Asia/Tehran
Berxwedana Îslamî ya Lubnanê di dewama piştevaniya ji berxwedan û xelkê zîvala Xezeyê, du meqerên Rejîma Siyonîst têk birin.
Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, ji zarê medya şer a Hêza Berxwedana Lubnanê, Hizbullahê ragihand ku bona piştevaniya ji gelê Filistînê li zîvala Xezeyê û berxwedana bi rûmet û wêrek, têkoşerên berxwedanê alavên sîxuriyê yên Rejîma Siyonîst li Meskfeamê kirin armanc. Di encama vê êrişa mûşekî de alavên sîxuriyê yên li vê baregehê hatin îmhakirin.
Hizbullaha Lubnanê roja şemiyê di operasiyona din de navenda El-Cerdahê ya artêşa Rejîma Siyonîst bi mûşekekê da ber êrişan û ew têk bir.