Yehya Serî: Me Telavîv da ber êrişan
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê vê sibê derbarê operasyoneke taybet li dijî Telavîvê agahî da.
Yehya Serî bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Yemenê di operasyoneke taybet de Telavîv li Filistîna dagirbûyî kire armanc ku hûrgiliyên wê dê bên ragehandin.
Pêştir medya Rejîma Siyonîstî ji zarê çavkaniyên ewlehiyê ragehandibû ku xwefireke mezin ji behrê û li bilindahiyek nizim ji nav behrê nêzîkî Telavîvê bûye û diyar nîne çawa kariye ji hemû beşên sîstemên berevaniyê derbas bibe û li avahiyek li Telavîvê bikeve.
Medyayan derbarê kuştina sîyonîstekî û birîndarbûna 7 kesên din di encama vê êrişê de agahî dan û medyayên Rejîma Siyonîst jî ragihandin ku Netanyahu serokwezîrê vê rejîmê piştî teqîna li Telavîvê sefera xwe bo Amerîkayê paşde xist.
Li gor nûçeyeke din de, çavkaniyên nûçeyan vê sibê derbarê teqîna li nêzî Konsulxaneya Amerîkayê ya li Telavîvêagahî dan û piştrast kirin ku ev bombe li nêzî konslxana Amerîkayê li navçeya Yehûda ya Telavîvê teqiye.