El-Hûsî: Divê hemû gel di meydana rawestana li himber Amerîka û Îsraîlê de bin
Rêberê Ensarullaha Yemenê îro li axiftinekê de bi minasebeta Aşûrayê ser pêwîstiya hevkariya hemû umeta îslamî û erebî li meydana rawestana li himber dijminê amerîkî- siyonîstî tekez kir.
Ebdulmelik Bedir El-Hûsî rêberê Ensarullaha Yemenê bi vê boneyê got: Mijara Filistînê mezintirîn pirsgirêk û karesata cîhanê ye û meydana rawestana li himber dijminên Îsraîlî û Amerîkayê meydanek e ku divê hemû ummeta îslamê têde xebatê bikin û bi micidî piştgirîya gelê Filistînê bikin. Meydana rawestana li himber bi dijminê Îsraîlê re pîvanek girîng e ku eşkere rastiya umetê xirab û qenc cuda dike û rewşa işkest, xeflet û xemsariya li himber Filistînê nîşan dide û ev yeka di helwêsta gelek hikûmet û şarezayên wan de diyar e.
El-Hûsî amaje bi operasiyonên hêzên çekdar ên Yemenê kir û got:Yek ji encamên operasiyonên me li dijî dijminan derxistina gemiya firokehilgir a Amerîkî ya Ayzênhawêr ji Deryaya Sor bû.
El-Hûsî her wiha bal kişand ser vê yekê: Operasyonên me dê bi bombebarana mûşekî û operasiyonên deryayî berdewam bin û heta bidawîhatina êrişên Israîlê ser Xezeyê û rakirina dorpêçê dê her roj girantir bibin.