Tîrmeh 03, 2024 07:17 Asia/Tehran
  • Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê: tenê rêya aramiyê li sînorên navbera Lubnan û Filistîna dagîrkirî agirbesa li Xezeyê ye

Alîkarê Seyd Hesen Nesrullah,Sekreterê Giştî yê Hizbullahê di daxuyaniyekê de tekez kir ku tenê rêya aramiyê li sînorên navbera Lubnan û Filistîna dagîrkirî agirbesa li Xezeyê ye.

Neîm Qasim di  hevpeyvînekê de got:  Îsraîl nikare biryara destpêkirina şerekî berfireh û giştlaî bi Hizbullahê re bide.Alîkarê sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê her wiha got: Heta heke Îsraîl jî bixwaze li Lubnanê operasyoneke  biçûk pêk bîne, nabe çaverê be ku ev pevçûn sînordar be.Ji destpêka operasyona bahoza El-Eqsayê ji aliyê berxwedana Filistînê ve li Zîvala Xezeyê li dijî hêzên dagirker, berxwedana Îslamî ya Lubnanê jî bi armanca tevlîkirina beşekî hêzên dagirker, operasyoneke berfireh li bakurê Filistîna dagirkirî destpê kir.Bikaranîna çekên nûjen û çekên zirxî û deqîq ji aliyê Hizbullaha Lubnanê ve bûye sedema tirs û xofê di nav dagîrkeran de û beşeke zêde ji bajaroknişînên siyonîst li bakurê Filistîna dagirbûyî ji wir derketine.Medyayê Rejîma Siyonîstî derbarê derbeyên giran ên berxwedêrên islamî yên Lubnanê li bakurê Filistîna dagirbûyî  li xwe mikur hatin û ragihandin ku operasyona Hizbullahê veguheriye kşyeke  kûr  bo Îsraîlê û jinavbirina bajarokên siyonîst li vê navçê.

 

Serepeyv