Hezîran 24, 2024 07:48 Asia/Tehran
  • Ensarullaha Yemenê: Me du gemî li deryaya sor û Oqyanûsa Hindê dan ber êrişan

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê derbarê êrişa ser du gemiyan li deryaya sor û oqyanûsa Hindê bi mûşeka krûz û belema intiharî agahî da.

Yehya Serî berdevkê artêşa Yemenê derbarê  vê yekê de  got: Yekem gemiya bi navê Trans World Navigator li deryaya Sor bi belemeke bêmirov ve ket ber êrişan.

 Ev belema intiharî rasterast li vê gemiyê xist.Wî her wiah got: Gemiya dudyan bi navê Stolt Iskoya li Oqyanûsa Hindê bi hejmarek ji mûşekên Krûz ket ber êrişan. 

Her du gemî qedexeya ketina nav benderên Rejîma Siyonîst li navçên dagirbûyî binpê kiribûn.Fermandetiya Navendî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn jî serketîbûna êrişa tevgera Ensarullaha Yemenê ser gemiyeke Yûnanî piştrast kir.Tevgera Ensarullaha Yemenê çendîn caran ragihandiye ku ew  piştgiriyê dide azadiya gemîvaniya navneteweyî  lê ji bo piştgiriya xelkê di bin dorpêçê yê Xezeyê de heta bidawîhatina dorpêçê û bidawîbûna şerê li dijî sivîlên filistînî, dê gemiyên ku bi Rejhîam siyonîst re danûstandina bazirganî hene bide ber êrişan. 

 

Serepeyv