Nîsan 13, 2024 08:59 Asia/Tehran
  • Hişyariya berxwedana Îslamî ya Iraqê bo Amerîka û Rêjîma Siyonîst

Berxwedana Îslamî ya Iraqê derbarê her cure ehmeqiya Amerîka û Rejîma Siyonîst li himberî Iraqê yan yek ji welatên endamê bereya berxwedanê hişyarî da.

Berxwedana Îslamî ya Iraqê duh Înê di daxuyaniyekê de ragihand: Heta ku hêzên dagîrker ên Amerîkayê bi birîndarî li ser sîngê Iraqê rûniştibin, gefê li serweriya wê bixwen, herêma esmanê wê binpê dikin û li ser bernameyên wê yên ewlehiyê serdest in,  guhertina navê vê dagirkeriyê bo hevpeymanî û hevkariya ewlehiyê,  tu bandoreke xwe tine û ev kiryara Amerîkayê nîşan dide ku niyeta wan a derketina ji Iraqê nîne.Berxwedana Îslamî ya Iraqê teqez kir: Cinayetên Emerîkayê derheq piştevaniya ji Rejîma Siyonîst, roj bi roj zêde dibe, em Emerîka berpirsiyarê her ehmeqtiyeke eskerên Emerîka û Rêjîma Siyonîst li Iraqê û welatên endamê bereya berxwedanê dizanin û em hişyariyê didin ku her derê  ku destê me bighêje wan em ê rasterast bersiv bidin.

 

Serepeyv